ROJAVA- Rêkeftina PYNK û ENKS
Rojnamevan û çavdêrê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê Dawûd Çîçek roja Çarşemê 19/3/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de civîna di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS bi amadebûna nûnerê Amerîka li Sûriyê û fermandarê giştiyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD`ê General Mezlûm Ebdî hat gotûbêj kirin. Her weha behsa rola aliyên Kurdistanî û bandora erênî li ser yekîtiya rêzên Kurdî li Rojava hate aşkira kirin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT