ROJAVA- Êrişên Li Dijî Şêxmeqsûdê
Serokê Bizava Aştiya Navxweyî Dr. Musa Kaval, roja çarşemê 07/01/2026 ji Parîsê bû mêvanê bernama Rojava ya kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de êrişên hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê li dijî herdu taxên kurdnişîn yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û binpêkirina peymana 10 Adarê û ya 1ê nîsanê ji aliyê hikûmeta Şamê hatin gotûbêj kirin.
Dr. Musa Kaval bal kişand ser nepabendbûna hikûmeta Şamê bi peymana 10 adarê a ku di navbera fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şerih de û daxwaz kir ku divê helwesta kurd yekdeng bin ji bo parastina mafê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
