ROJAVA- Destûra Sûrî û Doza Kurdî

Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û berpirsê Komîta têkiliya derva yê berê yê Kurdistana Sûriyê (Siyamend Haco) roja yekşemê 16/3/2025 ji Almanya bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de behsa destûra demkî ya Sûriyê ku ji aliyê serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şerih ve hatiye îmzakirin bi taybetî piştî rêkeftina di navbera Fermandarê giştiyê HSD`ê Mezlûm Ebdî û Ehmed Şerih ku ne di berjewendiyên pêkhatan e, hat gotûbêj kirin.

Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

XELAT