RÊBARÊ RIYA MIN

Helbest: Karîna Osêyan
Rêbarê riya min
Tenê nehêle tu min
Aştî û sebir bide min
Gazin nabe para min
Riya min dûr û dirêj e
Hezar hêvî li pêş e
Dilê min xem kêş e
Welat tune bi êş e
Ronî tune welat de
Kes nayê hewar de
Nayê parastin ax e
Gazin ket dil dax e
Rêbarê riya min
Tenê nehêle tu min
Emê helbest biafirînin
Ji bo welat bilorînin
Helbestên me bi naz in
Rez bi rez bi saz in
Çiya û baniya ra yar in
Ji bo dilê birîn war in
XELAT