Postê Birêvebirê Giştiyê Kenala Gelê Kurdistanê hat alûgorkirin

Bi merasîmekê îro yekşeme 24/3/2024`ê alûgora postê birêveberê giştiyê kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê hate kirin.
Merasîm bi amadebûna berpirsê borda ragihandinê (Letîf Nêrweyî) û endamên mekteba ragihandin û hişyarî û karmendên kenalê û radyoya Dengê Gelê Kurdistanê, alûgora postê birêveberê giştî yê kenala Gelê Kurdistanê di navbera (Burhan Hacî Elî û Dilbend Mistefa) de hate kirin.
Piştî wê jî (Burhan Hacî Elî) postekî nû li mekteba ragihandinê werdigre û bû bi berpirsê stûna dîjîtal a medyayên YNK`ê.
Em wek sekoya Kurmancî û rojname û malpera Xelatê postên nû yên herdû berpirsan (Burhan Hacî Elî û Dilbend Mistefa Pîroz dikin û serkeftinê di karên wan yên nû de dixwazin.
Foto: Vênûs Tofîq
XELAT