Ez digerim te nabînim
Helbestvan: Daiyka Raman
Ez hey çava digerînim
Ez digerim te nabînim
Dîlan gerya li gundê me
Pir dixwazim te bibînim
Benda te me lê tu nayê
Sebr û hedana min nayê
Ji derdê te ketim tayê
Te ez xistim vê belayê
Qîz di hatin cota cotan
Tev di ketin destê xortan
Ez rebenê mam bi tenê
Li nav agir ser bizotan
Belav dibûn dawet nema
Dilê min li benda te ma
Piştî ku hêvî hew nema
Bûm qirşika liser çema
Bûm nexeşa nava ciya
Wek hêsîra wek sêwiya
Wek xezala serê çiya
Ji ber guran di terqiya
Were vî dilê xwe bibe
Jibo çi wê li ba mibe
Ne pêwiste ne gereke
Evîndar ku wekî te be
