Nameyek Ji Kakşar Oremar bo babê xwe

Nameyek Ji Kakşar Oremar bo babê xwe

B weke Babo….

- 12 sale ku dengê te nabihîsim, dengê ku pişt û hêza me bû.

- Diltengê axaftin, şîret û nêrînên te me babê hêja.

- Babo komek ji hemû qenciyên dinê bû. Bo teva kesê herî dilsoj bû.

- Dilovan, mezin, zana, dûrîn û hemû xwezî û hesretên te serfiraziya me bû.

- Xwezî di “roja baba” da li kêleka me dibûy, lê qeder wiha ye û yê wiha bimeşe babo.

- Xwezî min dikarî li ser te û dadê binivîsim…

Ji diltengîyên rojane, ji bo te û nebûna te, ji hiş û halê perîşanê xwe

Ji xem û diltengiyên bêdawî

Ji vê payîza sar û bêhal a riha min ku her saniyeyekê wê tij ax û nalînin.

Ew saniyên rojên dawî yên jiyan û hebûna te tînin bîra min…

- Nefesên dawî yên ku te bi giranî dikişandin, ji bîra min naçin

Û te digot:“ Haydarî yek bin, ji hev hez bikin û çi ji destê min hat min bo we kir ku xweş û serbilind bijîn….“

- Nifirîn û leinet li wan kesan bin ku qedirê baba nizanin û zindîkûjên mirî perestin

- Erê… erê babo, ji bo hemû kêmasî û qedirzanîyên ku layîqî te bûn lê neketin bîra me, min bibore.

Rojên nexweş û tije xemên giranin babo, lê ya rast bê hebûna te jiyan xweş derbas nabe,

bawer bike babê ku oqyanûsa hemû dilovaniyên bêdawî bûy….

Rojên xerîb û tije derdin babo, lê ne bi qasî rojên ku tu di nava me nînî.

Te ji bîr nakim û bîranînên te li cem min gelekin.

.......Kakşar Oremar......

Wêne: Babo, Demhat û Kemalê bira - 2007

XELAT