Li Zanîngeha Kobaniyê beşên nû hatin vekirin

Li Zanîngeha Kobaniyê beşên nû hatin vekirin

Li Zanîngeha Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê beşa kolêja Mimariyê û Endezyariya Çandiniyê û Peymangeha Vêterneriyê (Beyteriyê) hatine vekirin.

Meclisa Zanîngeha Kobaniyê biryara berfirehkirina beşên akademîk û vekirina fakulte û beşên nû daye. Li gor biryarê kolêja Mimariyê ku dema xwendina wê 5 sal e, kolêja Endezyariya Çandiniyê û Peymangeha Beyteriyê (vêterneriyê) hatine vekirin. Her wha li gorî biryaran Peymangeha Tibê veguherî Fakulteya Tibê ku xwendina wê 4 sal e. Di fakulteyê de beşên anestezî, hemşîretî, laboratuar û destwerdana lezgîn hene.

Li ser asta xwendina bilind jî li Zanîngeha Kobaniyê bernamayên masterê dê dest pê bikin û di beşên kargêrî, mafnasî, civaknasî, wêjeya kurdî, zimanê îngilîzî û wêjeya erebî de dê master bên kirin.

Her wiha amadekariyên xwendina doktoraya wêjeya kurdî jî tê kirin ku tê payîn îsal dest pê bike.

 

XELAT