Keçeke çiyager a Kurd xelatek cîhanî wergirt

Keçeke çiyager a Kurd xelatek cîhanî wergirt

Keça werzişvan a Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê (Ronak Zemanî) li welatê Nîpalê karî bighêje lûtkeya herî bilind a cîhanê û madalyayeke zêrîn bi dest bixe.

Federasyona Çiyageriyê ya Îranê madalyayeke zêrîn da keça çiyagera Kurd ya ji bajarê Sine`yê, ku hilkişiya ser lûtkeya Manaslu ya ku 8 hezar û 163 metran bilinde li Nîpalê.

Lûtkeya Manasluyê 8`emîn lûtkeya herî bilind a cîhanê ye, ku li zincîreya çiyayê Hîmalaya li Nepalê ye.

(Ronak Zemanî) yekem jina Kurd e ku di çiyageriyê de serkeftinek wisa bi dest xistiye.

Ew çiyagera kurd di sala 1982an de li bajarê Sine`yê ji dayik bûye û di temenê 14 saliyê de bûye çiyager.

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê