Koma Hunerên Neteweyî ya Silêmaniyê li Hindistanê beşdarî festîvaleke dibe

Di rojên 26 û 27/11/2024an de, şandeke hunerî ya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan û Koma Hunera Netewî ya Silêmaniyê beşdarî 8`emîn Festîvala Navdewletî ya Mûzîk û Dîlana Gelêrî a Hindistanê bûn.
Festîval li bajarê Delhiya Nû paytexta Hindistanê li salona Keman hat lidarxistin.
Di roja duyemîn de Koma Hunerên Netewî ya Silêmaniyê çend dîlanên folklorî yên kurdî pêşkêş kirin û bala amadebûyan kişand ser xwe û di dawiyê de jî hatin xelat kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Koma Hunerên Neteweyî ya Silêmaniyê ji aliyê Encûmena Hindistanê ya Têkiliyên Çandî ve bi hemahengiya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ve bo Hindistanê hatibûn vexwendin û biryar e 10 rojan li çendîn eyalet û bajarên welat beşdarî festîval û çalakiyên “Dîlan û muzîkê” bibe û pêşandanên çandî yên kurdî pêşkêş bike.
Festîvala folklorê ya Navneteweyî li bajarê Varanasî ya Hindistanê di bin çavdêriya Serokwezîr (Narendra Modî) de û bi amadebûna heyetek ji Wezareta Çand û Lawan û parêzgarê bajarê Varansî birêveçû.
XELAT