Kirasê Binefşî ya Kubar Hawar derket

Kirasê Binefşî ya Kubar Hawar derket

Berhama çaremîn ya helbestvana kurd (Kubar Hawar) bi sernavê (Kirasê Binefşî) derket.

Di derbarê pirtûka xwe ya nû de helbestvan Kubar Hawar weha hestên xwe aniye ziman û dibêje:

"Yek ji xewnên min bû, ku rojek were ez bi zimanê dayîkê binivîsim.

Dawîya sala 2025z û 2637k bi derketina (KIRASÊ BINEFŞÎ) xwe xemiland .

Îro ji weşanxaneya Nûsê berhema min a nû derket

Spas ji bo M: Micho Weis"

 

Eve jî parçeyek ji Kirasê Binefşî ye:


Ka ew kirasê binefşî

Aliyek tentene, yek rêşî

Ba li kêlekê dixuşî

Ji sîngê wê gul diweşî

Stêrka şeva min dimeşî

Nazik herîr û qumaşî

Bo Xweda bes e dilêşî

Bo evînê dil dikim bexşî

Pirtûka helbestê li ser malpera

 

Bi navê stafa kovara Xelata Kurmancan em berhema nû a bi zimanê Kurd zaravayê kurmancî (Kirasê Binefşî) li helbestvana qedirgiran û hêja Kubar Hawar pîroz dikin.

 

Xelat