Romana `Zabêl Ez Ermenî me` hate îmza kirin

Romana `Zabêl Ez Ermenî me` hate îmza kirin

Zabêl "Ez Ermenî Me"

Çîroka zarokekî Ermenî ku malbateke Kurd wî mezin dike

  

Romana nivîskarê Kurd (Ezîz Xemcivîn) ya bi nave Zabêl “EZ ERMENÎ ME” li Qamişlo bi merasîmekê hate îmzekirin.

Merasîma îmzakirina pirtûka ZABÊL (Ez Ermenî Me) li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hate îmza kirin.

Endamê Desteya Rêvebir ya HRRKê hunermend û muzîkjen mamosta "Zekeriya Efrîn" ji malpera Xelatê re ragihand: Ji ber ku nivîskarê romanê mamosta Ezîz Xemcivîn li Almanyayê dijî ez raspardim ku ji dêvla wî ve pirtûkê îmza bikim û Xemcivîn bi televidyoyê beşarî kir.

Derbarê naveroka Romanê de jî Zekeriya Efrîn dibêje; ev roman ji çîrokeke rastîn hatiye ku Zabêl jineke Ermenî ye û hevserê wê jî bi navê (Serkîs)e ku niviyên wî li rojavayê Kurdistanê hene yek ji wan hunermend (Îbrahîmê Kêvo) ye ku bi balyozê stranên cizrawî tê naskirinê.

Mamosta Zekeriya Efrîn behsa naveroka çîroka Serkîs dike û dibêje; ev bûyer di sala 1915`an de serdema jenosîda Ermeniyan de çêbûya ku malbatek bi temamî hatine kuştin û ji wê malbatê tenê (Serkîs) ku zarokekî 7-8 salî rizgar dibe, ew zarok jî ji aliyê xortekî kurd ve tê xilas kirin lê ew xortê Kurd ji aliyê Osmaniyan ve tê kuştin dema ku zarok rizgar dike. Ew zarok piştre xwe dighîne devera Wêranşehrê û dûvre jî li gundê Dugirê li bajarê Amûdê nîştecih dibe ku ji aliyê malbateke Êzdî ve tê mezin kirin û dema mezin dibe ew malbata Êzîdî ji Serkîs re keçeke Ermenî bi navê (Zabêl) tînin û pêre dizewicînin daku esil û neslê wan winda nebe. Niha jî ji Serkîs û Zabêl bi sedan malbat çêbûne ku li bajarê Hesekê û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê hin ji wan jî li Ewropayê dijîn.

Hunermend Zekeriya Efrîn ku bi dehan kurte filim û belge filim dêrhêneriya wan kiriye dibêje ev roman têkiliyên Kurd û Ermenan di dîrokê de nîşan dide. Her weha neviyên ew malbata Êzîdî û neviyên Serkîs û Zabêl di merasîmê de amade bûne.

Eve jî kurte jiyana nivîskar "Ezîz Xemcivîn"e ku mamosta Zekeriya Efrîn ji Xelatê re şandiye:

 Ezîz Xemcivîn di 10.12.1965 de li bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê, ji dayik bûye.  Sala 1985 ji Peymangeha Elektrîkê derçûye. Sala 1982 dest bi nivîsandina helbestê kiriye, yekem helbesta xwe li kovara Gelawêj hejmara7/8 sala 1985 belav kiriye. Di sala 1990 de yekem berhema xwe (A-Beya Kurdî) alfabeya Kurdî li Şamê çap kiriye. Sala 2001 çûye Dubey heta dawiya sala 2010 û ji 2012 heta nuha li Elmanyayê dimîne.

 Berhemên çapkirî:

 1-  Zindana Piçûk (Helbest) li Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê çap bûye. 2006

2- Pejal (Helbest) Bi rêya Dezgeha Semakurd ya Çand û Hunerê 2006 li Dubey hatiye çapkirin.

3- A-B eya Kurdî 1990î li Şamê çap bûye.

4- Jiyana Mele Ehmedê Palo (Dr. A. Cengo) wergerandin ji Erebî  Semakurd 2007

5- Gotinên Pêşiyan û Îdyomên Kurdî. Silêmaniyê li Enstituya Kelepurê Kurdî 2011 çap bûye.

6- Ez li vir im- Pirtûka Esma Seqer Elqasimî - Wergerandin ji Erebî

7- Zêro (Roman) li weşanxaneya SerSera Berlîn 2019 hatiye çapkirin.

8- Çend Bihnok Li Paxila Keserê (Helbest) SerSera Berlîn 2019 hatiye çapkirin.

9- Pêlên Ahîna Matmayî (Helbest) J&J Amed 2021

10- Navîşkên Evînê (Helbest) J&J Amed 2021
11- Tenteneyên Azadiyê (Helbest) J&J Amed 2021
12- Şîrava Elindê (Helbest) J&J Amed 2021
13- Stranên Jînê (Helbestên Stran) J&J Amed 2021

14- Zabêl Ez Ermenî Me! (Roman) 2024

 Berhemên neçapkirî:

 1- Evînî û Bîrhatinên Çivîkan (Bîranîn)

2- Nazê Mûler (Roman)

3- Kewara Girî (Taybet li ser jinê)

4- Lêvên Sibehê (Helbest)

Bi dehan gotarên rexneyî li malpêrên kurdî yên corbicor belav

kirine.

Bêtir ji 100 berheman (Helbest û hevpeyivîn)ên wî li Youtube

belavkirî ne.
- Kursên zimanê Kurdî dide

 Tabloyine hunerî (Helbest+Stran bi Belgefilm):
1- Zimnako 20 xulek (YouTube)

2- Efrînê Evînê 25 xulek (YouTube)

3- Penaberino (YouTube)

4- Dozdar Hemo (YouTube)

5- Baba Şêx (YouTube)

6- Bersiva Vemirandinê

Hemû belge filmên hunerî yên ku hatine weşandin bi derhêneriya derhêner Zekeriya Efrîn e.

 XELAT