JIYAN XWE VEDIJÎNE
JIYAN XWE VEDIJÎNE
Helbestvan: Merwan Berekat
Li ser sîngê gozemînê
Piyal ji xwînê mişt in
Bajar li ser navika rûxandina xwe veketî ne
Guman bi pişaftina xwe mijûl e
Deriya li ser agirekî veşartî ne
Newqên dinyayê teng bûne
Ceng navtenga wê fireh nakin
Çêja her tiştî ji xwînê ye
Tîbûn çeman dixeniqîne
Zordarî parêzvanên mirinistanan e
Ewrine bilind in
Berî ducanî bibin
Lêvên çiya memikên wan dimijin
Li ser wan çiyayên hemêzgerim
Stranên azadiyê difirin
Sirûdên av û bayî
Valahiya di nav erd û ezmên de
Tijî semaya sozên berbangê dikin
Giriyê me li darbesta xwe digere
Jiyan xwe vedijîne
Efrîn: 22. 12. 2022
Wêne: Aslan Mamo
XELAT