Jinên Amedê ji bo jiyaneke bêtundî çalakiya bisikiletan lidarxist
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de çalakiya Tûra Bisîkletan li dar xist.
Hevşaredar Serra Bucak a ku beşdarî çalakiyê bû û li dijî tundiyê pedal zivirand, diyar kir ku civaka azad tenê bi jina azad pêkan e û got, "Em ê îro pedalê ji bo jiyaneke bêyî qirkirina jinan bizivirînin."
Tûra Bisîkletan a ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatan û Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî ve bi hevkariya Koma Bisîkletan a Jinên Amedê di çarçoveya kampanyaya "Ji bo jiyaneke bêtundî û azad gotina me neqediyaye, em ê tundiyê bi hev re rawestînin" de hat organîzekirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di çalakiyê de axivî û got: Amed wê bibe bajarê jinan.


Xelat
