Helbestvan: Merwan Berekat
Kê ev ba tazî kiriye?
Lêvên me tijî helbest in
Bêdengiya me qêrîneke avis e
Mizgîniyek di çavên siberojê de
Mîna nihêrînên royê germ e
Hebûna me tirs e
Dê pir kelayên tarîtiyê birûxin
Kenê me hêz e
Nebêjin Xweda xêra wî bide
Ji bêhna axê
Ji semaya kulîlkên di hemêza berfê de
Ji sertiya zinarên ku naleqin
Bipirsin em çendî tirsîdar in
Di ser pireyên ji xwînê hatine avakirin
Em ji mirinê vedigerin
Em nameyên bajarên bêhnberbangî ne
Hin şev nexweş in
Di bin çengên demê de
Em dengê dêwan dibihîsin
Berê
Niha
Siba jî
Em harîtiya felekê kedî dikin
Ev ba
Me tazî kiriye....