DEWRANA SOVYÊTÊ

Helbestvan: Seyrana Celad
Êdî nemaye, sebir û sekan,
Bi zorê dizîn, derfet û îmkan,
Herimandin me, xeyalên pîroz,
Kûvî kirin gel, ji war û miskan.
Hate dewrana, Sovyêta wekhev,
Çend milet dijyan, aşit tevî hev,
Tûnebû ferqî, kê çi diheband,
Şîrîn bû kurda, xew û xewnên şev.
Bi sedan sêwî, yên koçber bûyî,
Destên nemerdan, bibûn bê xweyî,
Bin per û baskên, artêşa sor da,
Bilind bûn ewan, bi her awayî.
Bûne rewşenbîr, nava dunyayê,
Winda nekirin zimanê dayê,
Parastin ewan, çand û edebyet,
Xilaskirin gel, qeda bela yê.
Ew dem bihurî, heyf û mixabin,
Dîsa ewrên reş, der dora mene,
Elî û Fêrîk, Çerkez de rabin,
Şagirtê we tev, ser rêya we ne.
XELAT