`Kûsî Jî Dikarin Bifirin` di nav 15 filmên cîhanî de

`Kûsî Jî Dikarin Bifirin` di nav 15 filmên cîhanî de

Filîma sînemayê `Kûsî Jî Dikarin Bifirin` ya derhênana sînemakarê navdarê kurd (Behmen Qubadî) di nava 15 filmên balkêş û ecêb yên li dijî şer in di cîhanê de.

`Kûsî Jî Dikarin Bifirin` ji derhêneriya sînemakarê bi ezmûn ên kurd (Behmen Qubadî) ye ku bi nûnertiya herêma Kurdistanê heta niha beşdarî di 100 festîvalên navdewletî a filman li ser astê dunayê de kiriye û zêdetir li 50 xelatên cîhanî ji bo Kurdistanê bidest xistiye.

Her weha filîma sînemayî `Kûsî Jî Dikarin Bifirin` yek ji filmên pir hêjayê serbilindiyêye di dîroka sînemaya Kurdistanê û Îranê de.

Her weha filîma `Kûsî Jî Dikarin Bifirin`ji aliyê malpera sînamayê (Movieweb) ve li welatê Amerîka li nav 15 filmên li dijî şer li cîhanê hatiye destnîşan kirin û bi balkêş û bi nirx hatiye wesif kirin.

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê