Helebçe: Pêncşemê Festîvala Hinara Destpê Dike

Helebçe: Pêncşemê Festîvala Hinara Destpê Dike

Helebçe bi hinarên xwe bi navû bange, her sal li wî bajarî di werzê payîzê de festîvala hinaran tê lidar xistin û cotkar berhemên xwe pêşkêş dikin.

Festîval roja pêncşemê 31/10 destpê dike û sê rojan didome her weha bi hezaran xelkê herêma Kurdistanê berê xwe didin wî bajarî daku hinarên xweş bibînin û bikirin û demeke xweş li wî bajarî derbas bikin.

Baxdarên Helebçe jî berhemên xwe ya îsal kom dikin û amadekariyan ji bo birêveçûna 10`mîn festîvala Hinara dikin..

Her di wê festîvalê de berhemên (Hinar, Gûz, Dimsê Hinara, Dimsê Tirî) û çendîn berhemên din tên nimayîşkirin û her weha xwarinên kurdewarî jî tên danîn.

 XELAT