Koçberên Kurd ên li Deryeya Îce asê mabûn hatin rizgar kirin

Koçberên Kurd ên li Deryeya Îce asê mabûn hatin rizgar kirin

Li deryeya Îcê ya di navbera Tirkiyê û Yûnanê de hêjmarek koçberên Kurd ku jin û zarok jî bi wan re hene asê mabûn û daxwaza alîkariyê kiribûn hatin rizgar kirin.

Çalakvanê di biwarê mafê koçberan de (Renc Pişderî) ragihandiye ku, hêjmarek ji koçberên kurd ku hêjmara wan 64 kesin li deryeya Îcê asê mane û daxwaz dikin ku bi hawara van ve biçin.

Renc Pişderî got jî; beşek ji wan koçberên ku asê mane jin û zarok in. 

Hêjayî gotinê ye ku piştî belavbûna vê nûçeyê, polîsên Yûnanê ew 64 koçberên Kurd rizgar kirin.

XELAT