HAYASTAN
Helbest: Ayhan Demir
Li welatê Hayastanê
Ez bûm mêvanê Rewanê
Bayê Bakûr xweş lêdixe
Wek bêhn tê ji Kurdistanê
Şaristane çi xweş ware
Me Kurda re bû sitare
Çand û hunera qedîm î
Parastin ji Tirkên har e
Li ser merzerê Karapêt
Dilê min bû ar û pêt
Ji bona Lawkê Metînî
Min çend hêsir ji çavan rêt
Egîd derkir êş kulê min
Sist bûye dest û milê min
Ber awazên “de lûr lûr lûr”
Xwîn herikî nav dilê min
Dema çûm ber Elegezê
Jin û mêr tev ketne rêzê
Wek bibînim bavo dayê,
Xwe bavêjim nav hemêzê
Mîna biçim li gundê xwe
Nava kubar û rindê xwe
Yêrîvan 2025
Xelat
