MIN JÎN Û VÎN TÊK BÛN HEBA

MIN JÎN Û VÎN TÊK BÛN HEBA

Helbestvan: Ebdurrahim İnanç

 

Perde li ser dêmê hilêt

Eşqa di dil wê bîte pêt

Sebr û qerar wê dî neêt

Canê biçit dil jî teba

Xala li ser cebhê numa

Bisk lê weşan an û dema

Wê saetê min hiş nema

Min jîn û vîn têk bûn heba

Gava mi dî ew şahîmar

Hêdî ji burcê hate xwar

Bê hiş kirim û bûme jar  

“Kesk etlesa dîba qeba”

Biska li dêmê perde kir

Nûra binefşê berze kir

Gerden ji ‘acê zêde kir

Gava dihat bayê seba

Neylûfera baxê dila

Gêsû dihatin ser mila

Ew bûye sîqala dila

Rewneq şebîhê kewkeba

Gava xwuyaba ew zerî

Jorda bihata ew perî

Bê hed dibûn lê muşterî

Aram ji bo kes wê neba

Ronya du çavê min tu yî

Naz û ciwana min tu yî

Hêvî gumana min tu yî

Sed îhtiram û merheba

Cana di dil Bajarî ye

Xifşek xezal Berwarî ye

Zêrîn guhar reş kofî ye

Bisk jî şebîhê eqreba

Dêmên di sor rengê hinar

Horîweş e zerya kubar

Şerbet ji lêvan min vexwar

Bûm mubtelayê xebxeba

Hatin semayê nazenîn

Perçem li ser dêmê weşîn

Behmurî kir ax û enîn

Hêdî bû berbehs û neba

 12/4/2025  Cizîr

 

Xelat