Ezbenî! 35 Saliya Serhildana Melyonî Pîroz be

Ezbenî! 35 Saliya Serhildana Melyonî Pîroz be

Nivîs: Konê Reş

Erê ezbenî wek ku diyare, çerxa felekê di meha Adarê de, bi gera xwe ya normal dizîvire..

Xwerist kirasê bûkaniyê li xwe dike û xaka welatê me bi rengê Keskesorê tê xemilandin..

 Agirê Cejna Newrozê di 21ê wê de li ser çiya û zinarên welatê bilind xuya dike..

Bav û kalên me jî, ji mêj ve gotine: (Bist û yekê Adarê şev û roj hat qirarê). Erê digel ku meha Adarê bi bûyerên şîniyê neqişandiye, wiha jî xweş encamên wê hene.

Yek ji wan encaman, Serhildana Melyonîye, ewa ku di rojek wek îro de, berî 35 salan, li Başûrê welat, xweş encama pîroz daye..

Adara we bi xêr û xweşî be..!

Xelat