GELAWÊJ... Zêdetirî nîv sedsal di navbera siyaset û wêjeyê de

GELAWÊJ... Zêdetirî nîv sedsal di navbera siyaset û wêjeyê de

Rojnamevan: Stran Ebdullah

Gelawêj xanim bi jiyana xwe ya civakî û ewê ku min li ser wêjeya wê nivîsandiye dibêjim:

Ji ber ew baldariya wê ya li ser baxçeyê piştê a şoreşê û jiyana civakî û wêjeyî, bi dîtina min Gelawêjxan xwedî gelek taybetmendiyan e.

Taybetmendî ew ye ku carinan dibe ku hin wêjevan di bikaranîna zimanê herêmekê li herêmeke din de serkeftîbin,  lê di rastiyê de, Gelawêjxan bi zimanê devera Silêmaniyê û her wiha bi zimanekî jinane di nivîsandinê de, bi dîtina min ew di nivîsên xwe de pêşveçûnek û afirandinek xweşik bû, ji ber wê yekê heke kesek bixwaze Kurdistanê di salên 50, 60 û 70-an de fam bike, hetta têkiliya malbatî ya di navbera malbatên Kurdistanî de li gundan û li bajêr di dema şoreşê de ku tirsa rêjîma Baas û dagîrkerê Kurdistanê hebûye, di navbera malbatên Kurdistan ên li hundir û derveyî Kurdistanê de, ji ber ku Gelawêjxan demek dirêj li derveyî welêt jiyaye, wêjeya wê alîkariyek başe ji bo têgihîştina sê beşên jiyana malbatên Kurd li deverên rizgarkirî yên şoreşê, bi hemû fikaran û bi hemû jiyana serbestî û bi hemû ew pirsgirêkên ku malbatên Pêşmerge, fermandar û malbata serkirdeyekî mîna mamosta (Îbrahîm Ehmed) di dema şoreşê de pê re rû bi rû dimînin,  her weha fikarên jiyana normal a li nava bajar bi fikara malbatên ku tevlî tevgera siyasî ya Kurdistanê bibûn, û dû re li derveyî welat, ax û xefetên ji bo Kurdistanê û pirsgirêkên li nava welat û ew kêşeyên wê demê wek mînak ên salên 80 û 90`an ku kêmmmmtir têkilî di navbera nav û derveyî welat de hebû, ew fikarên di edebiyata Gelawêjxan de rengvedaye.

* Wêjeya Gelawêj Xanê di warê vegotinê de mesafeyekî baş dagîr dike û di vî warî de gelek berhemên xwe hene, bi nêrîna min beşek zêde ji çîroka ramana jinên Kurd û malbatên Kurd û malbata mezin a Kurdistanê li ser afirandina girêdanek di navbera welat û derveyî welêt de ye,

Di nav bajar û deverên rizgarkirî de, jiyan û fikar di bin rejîma Baasê de û jiyana normal, û di nav jiyana Pêşmergeyetî de, lê di heman demê de azadî û serbestiya ku li wir ji hêla siyasî ve, û her weha di nava wê de jiyana gundewarî û bajarê kurdewarî û hindek car jî jiyana li sirgûnê heye, sirgûna navxweya welat, bo nimûne li başûrê Êraqê yan jî jiyana wê li Bexdadê, ev tişt di çîrok û romanên Gelawêj xanê de û heta di jiyannameya xwe ya taybet de jî têne behskirin ku di herdu pirtûkên "Bîranînên Min Ên Qet Ji Bîr Nabin" de tê xuyang kirin, ev têkiliya di navbera metropolan de, ango Bexdadê ku paytexta Êraqê ye û di heman demê de paytexta ew dewleta ku Kurdistan dagir kiriye, bi rastî jî balkêşe, ne ji bo romannivîsan, belkû ji bo ew kesên ku dixwazin jiyana civakî ya Kurdî ji nû ve binivîsin, ji bo kesên ku dixwazinli Kurdistanê û li Kurdistanê li derveyî pêvajoya siyasî û li derveyî siyaseta fermî ya Kurdbûnê, fêm bikin, bêyî pirtûkên Gelawêj xanê nikarin ew jiyana civakî têbighên.

 

Xelat/ Ji Soranî: Dawûd Çîçek