Ehmed Şerih xwe kir serokê Sûriye

Serokê Desteya Rizgariya Şamê (Ebu Mihemed Colanî) ku piştî ketina Esed navê xwe kir (Ehmed Şerih), duh di civîneke komên xwe de, xwe wek serokê Sûriye ragihand.
Di wê civînê de, hat xwestin ku pêwîste hemû komên çekdar xwe di nava artêşa Sûrî de bicih bikin û sîstema berê jinav bibin û di bin seywana wezareta berevaniya Sûrî de yekgirtî bin. Her weha nehîştina partiya Baes a Sûrî û hevalbendên wê, nehîştin parleman û hikûmeta berê û hemû dezgehên berê.
Her weha Desteya Rizgariya Şamê ya xwe jî da hilweşandin.
Ev yek ji aliyê piraniya Sûriyan ve bû cihê gumanê ku çawa bi bê lidarxistina kongreya nîştimanî ya Sûrî ev biryarê bûn bi serok hate dayîn.
Lê li gorî çavdêrên siyasî ên Kurd ku wê rewşa HSDê têkeve metirsiyê û wê hemû xwe bikin yek û an xweradestkirin an jî jinavbirin, lê wê di encamê de, her şer be, lê serkeftin wê ya HSDê be.
Xelat