Dildar Sheko: ZABÊL.. EZ ERMENÎ ME!

Dildar Sheko: ZABÊL.. EZ ERMENÎ ME!

Nivîskar: Dildar Sheko 

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve berew dahatûyeke bê sînor veguhêze.

2- Naverok û Şêwe; Mijar çi dibe û çawa dibe bila bibe, yê nivîskar duçare rûdanê wek ku rûdaye (Li dûv helûmercên zeman û mekan), bersiva Pêdivî ya Naverok û Şêweyê Romanê bide.

Piştî dazanîna van her du xalan bi kurtayî, vêca em berê xwe bidin ZABÊL û darijtina Mijar û Naveroka Romanê.

Mijar wekû diyar e, ji aliyê Osmaniyan ve Komkujiya Gelê Ermen ya di sala 1915` an de û xwedîderkeftina xelkê binecihê, ango Gelê Kurd  bo Gelê Ermenî ye.

Ji darijtin û amadekirina Nivîskarê Romanê xweş diyar dibe ku li hember sîtemkariya Osmanî Sîtembariya Gelê Ermen, di encama kedeke berbiçav ya lêgerîn û lêkolîneke berfireh de kariye ev berhema hêja (ZABÊL) bigehîne ber destên xwendewaran. Her wusa Nivîskarê Romanê li hember vê rûdana narewa û diltezîn, bi hestê xwe yê tenik û mirovane ya digel hestyariya Netewa xwe, bi vî rengî beşdarî serpêhatiya Gelê Ermenî dibe:

"Serkîsê Kêvo Kî ye?

Gelo ez im?

Gelo tu yî?

Gelo ew e an jî em û ew in?

Pirsên xwe dike buxçikeka sawîran û li milê xwe dike.

Diçe li deriyê şevê dixe, li asmanê windabûnê li bersivên stêr û xweziyên xwe digere.

Serkîsê Kêvo yê ko bi temenê xwe biçûk e, ji lêdana şûrê nervînê ew pir êşiyaye."rûp.14

Nivîskar, her wusa li dûv daxwazê bersiva xala duyemîn ya Naverok û Şêweyê Romanê jî dide:

"Mala Xelefê Şalaş ji maqûlên hoza Şerqiyan e, heta -ku- mala Xelefê Şelaş erêkirina xwe li axayekî ne kiribana, axatiya wî nedihate pejirandin." rûp.109

Hêjayî gotinêye ku Nivîskarê Romanê bi şêweyekî hunermendane ya li hember darijtin û amadekirina vê Romanê erkê xwe bi duristî bi cih aniye.

Li dûv helûmercên Zeman û Mekan, bêyî derkeftin û dûrkeftina ji rewişt û şêwezariya herêmî, bi Kurmanciyeke xwerû, herikbar, hem berhema xwe ya nemir, hem jî dilovaniya netewa xwe ya li hember xuşk û birayên xwe yên Ermenî, -di nerîna min de- xweş amade kiriye û xweş aniye zimên.

"Jînenîgariya rizgarbûyekî Ermenî, bikim pirtûk û têkim nav destên xwendevanan, bikim sîleyek li rûyê sîtemkaran û li rûyê dîrokeka bêbext bidim" dibêje Nivîskarê Romanê...

Ji bîr neke ZABÊL

Ez -jî- Ermenî me

Dildar Sheko 

Silêmanî

XELAT