DIL JI MIN KEYFEK DIXWEST ÎRO

DIL JI MIN KEYFEK DIXWEST ÎRO
Helbest: Baqî Berûkî
Failatun failatun failatun failun
Pêlewaz: /-// /-// /-// /-/
Dil ji min keyfek dixwest îro, li nav baxê welat
Min nema taqet herim, lew rûnigara min nehat.
Min vexar kasek ji wê qend û şeraba hesretê
Ah û azarên li qelbî, mewc û pêl û kêferat.
Şehsiwara vî dilê min, carekê bêt em bibîn
Vê sihara ber beyanê, keyf û şahî yû xelat.
Xeznedarê xemcivîn im, min nema sebr û qerar
Ev dilê işq û mestî, lewra difûrit wek Firat.
Mecruhê çavên belek, dildar û pabendê te me.
Sond perestarê te bim, ta bête ew roja felat.
Ta sema medh û senê, husn û cemalayê te çû
Lew melek baxê bihuştê, pêre keyfa wan dihat.
Ah û sed hesret, heta saxim li vî canê di min
Ta herim jêrê zemînê, nabe sebr û hem tebat
Min nema êdî vebêjim, pend û şîret û gefa
Lew gulistana dilê min, berf û baran lê dihat
Werne vê şîn û girînê, em hemî hevra bikin
Waye "Baqî"tim dinalit, ew birîndarê welat.
Baqî Berûkî.
21/09/2023. Sêrt.