DESTANA HZ. ÛSIV Û ZELÎXA YÊ (s.x.l)
Helbestvan: Dilbirînê Deşta Mûşê
Bi zanin qedrê Furqanê
'Emel bikin bi Qur'anê
Dixwazim herim Ken'anê
Ez xerîb im di vê rê da
Birayan avêtin bîrê!..
Karwan derand bi zincîrê
Da Cîhanê şewqa nûrê
Xwedê parast di çalê da
Birayan got: Guran xwarî!
Bav ji guran kir pirsyarî?
Guran rastî kir dîyarî 1
Ye'qûb kor bû di şînê da...
Ez Ûsiv im di bîrê da
Birîna dilêm di xwê da
Dilê min pêta êgir e
Agirê di bin sêlê da
Lewma dimrim ji hîcranê
Ez rêwî me li Ken'anê
Digerim li çolistanê...
Qet neçûme di vê rê da!..
Evîndar cergan dipêjin
Mubtela sermest û gêjin
Hêsirên xwînê dirêjin...
Nazvirin ji nîvî rê da
Diçin di rê ya evînê
Hêsrê çavê wan ji xwînê
Dil pijîyan ji girînê...
'Emir borî di vê rê da
Yuzersîv li vê Dunyayê
Bû evîna Zuleyxayê
Ji bo xwe bigîne Ûsiv
Canfîdaye di vê rê da
Evîn bû pêta hêtûnê
Dil şewitî wek titûnê
Êdî bes e! Ey xatûnê
Tehwîz nadim di vê rê da
Tehwîz neda ji rûmetê
Xwe spart Şahê qudretê
Lewma girt qedr û qîmetê
Tu rêberî di Misrê da
Zuleyxa lê îftira kir!..
Dergûşê sir eşkera kir
Xwedê bi zar û ziman kir
Şahid pirin di Misrê da
Yusuf avêtin zîndanê
Tu qasidî li Cîhanê
Zalim pê hatin îmanê
Dilê min tîrekî lê da
Demek dûr jê negirt hayê
Pijya cergên Zuleyxa yê
Ji derdan ketibû ta yê
Dilê min pêtekî tê da...
Dilê min derya evînê
Bîbik sorbûne ji xwînê
Dema ku jê nagrim bîhnê!
Dilê min hêtûnek tê da
Dilê min bû behra Wanê
Ez dihelim dan bi danê
Tu yî qeşengê Cîhanê...
Wek te nebûn di Misrê da
Ji nûra xet û xala te..
Dimrim bo bejn û bala te
Evîndarê cemala te...
Ez hêsîrim di qesrê da
Jinên Misrê jêkir tilî!..
Xeftan di xwînê xemilî
Hîs nekirin jana tilî!..
Matmayî man di wextê da
Evîn bû pêta atomê
Jinên Misrê nekir lomê
Dil şewitîn wekî gomê
Tev bûn mehşoq di Dunê da
Zelîxa zehf stûxwar bû
Wekî Zînê! Ew dildar bû
Her roj her gavê hejar bû
Dilê wê xençerek tê da
Bi şev û roj dikir şînê
Çavan kor kir ji girînê
Nedît dermanê birînê
Ne poşman bû di vê rê da
Zuleyxa gehîşte mirad
Digel hev xweş jîyan dilşad
Hemî koleyan kir azad
Keyf û şahî di Misrê da
Çi sewtekî xweş bû newa
Zanîbû tehbîra xewa...
Ji derdan ra dibû dewa
Tu pêşengî di Dunê da...
Ziman şêrînê Cîhanê
Zanyarê 'ilm û Furqanê
Qesem dikim bi Qur'anê
Mînak nebû d' wê 'esrê da
"Bi sebrê bû mîrê Misrê"
Tu bûyî mînak di qesrê
Te mor lêxistî li 'esrê
Tu rêzanî di vê rê da
Zelîxa pişt re hat îman
Sual jê nakim bêguman
Ye'qûb xwe gîhand Ûsiv can
Çav ronî bûn di Dunê da
Nûra Yusuf da Cîhanê
Şah û milet hat îmanê
Bi hev ra xweş kir jîyanê
Kufrê rakir di Misrê da.
Qesîde: Dilbirînê Deşta Mûşê
05.03.2013 ~ Do
Ferheng
1. Sonda gurên Ken'anê: "Heta Ken'an bi nav be, goşt li guran heram be".
JÊRNÎŞE
Kesên ku dixwazin Helbestên min parve bikin, ji kerema xwe rasterast ji Malpera min parve bikin. Lê ji kerema xwe Kopî nekin û paşê parve nekin.
Min van wêneyan ji Fîlma Hz. Ûsiv û Zuleyxayê wetgirtin e. Herweha min Qesîdeya xwe jî hinek guherand û pênc çarînan jî lê zêde kir. Lewma ku ji a berê hatibû weşandin cudatir û dirêjtir bû ye. Vêca ev herdu wêne temsîlî ne, lê ne ku orjînalin. 06.09.2024
XELAT
