Wê guldin
Helbest: Xaylaza Reşîd

Kize kiz ji dilê min tê
Gazî dikim hewar dayê
Li rojava heya rojhilatê
Heqa me didin ber bayê.
Me dixapînin sal bi sal
Dilê me yî saf nas dikin
Salê me çûn em pîr û kal
Vêga jî heneka me dikin.
Dikujin xortê ber miraz
Jê dikin kezîyên bûka
Baskû dikin van teyrê baz
Berfê da dihêlin biçûka.
Cînara em bir kirine
Mal û milkê me dizîne
Em bê zar-ziman kirine
Hestyê me hebsa da rizîne.
Em bi hêvî ya biharê
Qeşa bihel û bê xarê
Wê zû bên rojê adarê
Guldin çîçekê Gabarê.
01.02.2026
Xelat
