BENDA TEME

Helbestvan: Siltana Memê
Dema min û te buhurî,
Hê dibarin hêsir, girî,
Me xêr nedît ji çev, zaran,
Êdî bese, dil bihêrî.
Benda teme heta-hetê,
Diafrînim lîr, helbestê,
Çarîn-çarîn dakev xwarê,
Bin pêke êş û hesretê.
Xet peyva da, bûyî morî,
Ser gerdena esmer, horî,
Xem-xeyal û xewna minî,
Ruh va nêzîk, lê min dûrî.
Dewrana me bû kêş, kanî,
Hê nizanim, çi bû menî,
Fikira da têm ber dêrî,
Kî min veke, dergê xanî?
Helbesta da tu - Welatî,
Evîna min, çi şewatî,
Zarê beko, jehrdada yî,
Hevdu ra em kırın qatî.
24.12.2024s
XELAT