DILBERA SERDARÊ XÛBAN
Helbest: Abdurrahîm Înanç
DILBERA SERDARÊ XÛBAN
Failatun failatun failatun failun
Dilbera serdarê xûban hat ji burcê ew bi meş
Wê dikir fetha qulûban gulperîya mahîweş
Ar dixist nava reqîban mahîrûya xal hebeş
Bûm hevalê bênesîban bê suûd û bextereş
Ez di zindanê dimam bê destegîr û bê meded
Girtîyên zulfa te xanim bê jimar û bê eded
Bêsih û seywan ku mayîn dinya bû sar û cemed
Hêvîya bêtin hewarê hûrîya rind û keleş
Min dikir qesda lewenda şaneşîn jê ra mekan
Qet tu car wê rû neda lew min fîxan çû asîman
Bê xwedî mam ez di kuncê lew ketim derya xeman
Derdemend û dilkeîb hem êsîrê çavên di reş
Em wekî diclew firat in bêsukun û bê qerar
Ew letîfa zuhre sîma gîsu mîna şahîmar
Şox û şenga em li bendê dî ji ber nakîn hedar
Leyleta qedrê dizanîn wesleta biskên bi weş
Qet nekir însaf bicarek ka bibêjin çîye hal
Dax dida kulyên di dilda ez ji hiş çûm bêmecal
Min nema taqet ku bêjim melhema dil her wîsal
“ Behmûrî” daîm di wertê dil birîndar û nexweş
26/05/2024 Cizîr
XELAT
