83emîn salvegera rojnameya (Roja Nû) a bi zaravayê Kurmancî

83emîn salvegera rojnameya (Roja Nû) a bi zaravayê Kurmancî

Îro 3/5/2025 salvegera 83emîn a weşandina rojnameya (Roja Nû) a ji hêla (Mîr Dr. Kamiran Bedirxan) ve li Beyrûtê hat çapkirin.. Ev rojnameya yekem e piştî kovara (Hawar), ku di dîroka Kurdan de bi zimanê Kurdî/alfabeya Latînî hatiye weşandin..

Werin! Em wê û nivîskarê wê pîroz bikin, ku tevahiya jiyana xwe ji bo xizmeta welatê xwe terxan kiriye. Wî di gotina xwe ya bi navûbang gotiye: "Yan divê tu Kurd bî ku Kurdbûn hunerek dijwar e."

Werin em pîrozbahiyên helbestvan (Cegerxwîn) ji bo Mîr Kamiran bi boneya weşandina rojnameya Roja Nû bixwînin:

Ev e pîroznameya Seydayê Cegerxwîn ji Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re:

"Mîrê mezinê mêran, xortê xurt zanayê Kurd Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan

Hevalo! Di van rojan de Roja Nû, weke rojeke geş, tav û tîrêjên wê dane dîwarê me jî yê xortan. Çirûsk û ronahiya wê, leylana paşketin û bêhêviyê, ji ser dilê ciwanên kurdan hildane. Kela jiyana welêt ji kela mirinê gîhande delavê serbestiyê. Bûka xweşxwan û nivîsaran xemiland bi qumaşê evîn û zanistiyê. Pira nejadperestî bi topên baweriyê daweziran û di tangê dilxwşiyê de afirand. Ji wî riya wa a dûr bi hezaran kîlomêtir şose kir û derê bajarê armanca me, li me vekir. Xwedê te û roja te bi rûkî spî û jineke dirêj ji kurdan re bihêle. Ji ber xortan ve, roja te pîroz be.

CEGERXWÎN). Rojnameya Roja Nû, hejmara 10, roja 5ê tîrmehê sala 1943an."

 Nivîskar: Konê Reş

Xelat