Yekitiya Êzidiyên Sûriyê konferansa xwe lidar xist
Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê duyemîn konferansa xwe li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê lidar xist.
Di konferansê de hejmarek ji endamên Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê ji , Yekîtiya Êzidiyan li Efrînê, Mala Êzidiyan li Helebê û Mala Êzidiyan li herêma Cezîrê” û rêxistinên civakî û olî li Cezîrê têde beşdar bûn.
Her weha di konferansê de rapora yekîtiyê ya çar salan hate xwendin, piştre rêziknameya yekîtiyê hate xwendin û piştî nîqaşkirina bi endamên yekîtiyê re hin guhertin pêşniyar kirin.
Duyemîn konferansa Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû û tê de biryar hat girtin ku, li Rojavayê Kurdistanê ji bo Êzidiyan mezargehek bê avakirin her weha ofîsekê ji bo parastina milkên Êzdiyan bê vekirin û baregeheke Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê li Qamişlo jî were vekirin. Her weha amadekirina bernameyên perwerdeyê ji bo ola Êzdî ji bo xwendekarên hemû astê li deverên ku Êzidî lê hene hate biryar kirin.
XELAT
