Kobanî bangewazî ji bo rakirina dorpêçê dike

Kobanî bangewazî ji bo rakirina dorpêçê dike

Gelê Kobanî ev bêhtir ji 20 rojan heye di dorpêîeke bê wêne de dijîn û heya niha ti çareserî nehatiye dîtin.

Di wê barê de, çalakvanekî xelkê Kobanî bi navê Ehmed Kobanî ji Xelatê re ragihand ku êdî ne av û ne ard û ne jî sutemenî li cem xelkê me nemaye û rewşa jiyanî her diçe ber bi xerapbûnê ve diçe.

 Ehmed Kobanî daxwaz kir ku ragihandinên kurdî girêngî bidin bi rewşa Kobanî û pêwîste rêxistinên sivîl ên kurd jî li her çar aliyên Kurdistanê dest bi çalakî û kar û xebatan bikin ji bo rakirin û nehîştina dorpêça qirêj li ser Kobanî.

Kobanî di dirêjahiya axiftina xwe de wiha got: Ev rewş eger wiha dirêj bike, wê rewş nelibartir bibe û ji ber vê yekê em ji hemû gelê kurd û Kurdistanê daxwaza alîkarî û hevdengî û hevhelwêstî dikin û piştîvaniya Kobanî bikin bernameyên xwe ên rojene.

Xelat