Yek gel.. Yek xebat.. Yek netewe û Yek welat

Yek gel.. Yek xebat.. Yek netewe û Yek welat

Nivîskar: Kerwan Enwer

Caran em zarok berê me her tiştî ji dê û bavên xwe fêr dibûn, lê niha em ên mezin gelek tiştan ji zarokên xwe fêr dibin.

Wisa jî hevkêşe pir cûda bûya ger ku mezin xwe bispêrin biçûkan, lê niha dê û bav ji zarokên xwe dipirsin: Bi îngilîzî ji filan tiştî çi dibêjin? Mobayla min ji min re çêbike, karta min a bankê hatiye sekinandin, tiştên din ên di malê de xirap bûne, televizyona me têkçûye, projeya ronahîkirinê dakêşin, ez ê nifşa berê, dê meha bê rêwîtiyê bikim, keça min yan jî kurê min ê ciwan bilêta baafirê ji bo min dibire û otêlê jî ji min re amade dike… ezê bav yan dayîk em nizanin di vê serdemê de bijîn!!. Ev hemû îşe di çend deqeyan de ji hêla vê nifşê ve tê amadekirin, ku ji bilî aqilê nûjen, zimanzanîn û ramana nû tiştek din hewce nake.

Ev zarokên, ku me navê wan kiribû nifşa iPad û TikTok, hîna di hişê me de ew zarok in. Em weku duh li wan dinêrin …  niha ev nifş li her çar parçeyên Kurdistanê gelekî bi xweşikî û zanebûn şoreşek pêxistine, ez navê wê şoreşa yekeyan lê dikim.

Ji bo cara yekem, nifşa nû ya Kurd diruşma "Yeke, Yeke, Yeke, Kurdistana me Yek e" (Yeke, Yeke, Yeke, Gelê Kurd Yeke) bikar tînin. Ev diruşime , ku di dilê Kurdan de veşartî bû (Colanî ew livandî) û hestên nifşek ji bo şoreşê geş kir û wan xist ser şa rêya azadbûnê, Colaniyan xwestin parçeyekê ji kezeba kurdan qutbikin û bixin ser ruviya ereban, nedizanîn ku di nava her kurdekî de agireke hilbûye ku vemirandina wê gelekî zehmete, ji bilî çar parçeyên Kurdistanê, tîn û guriya kurdên Sovyeta caran li Ermîniya û Azerbeycan û Kazaxistanê û kurdên diyasporayê û revendê û hemû kurdzimanan û kurd neteweyan ev livandin kir nameya kar û bernameya xwe

Min nebihîstibû û nexwendibû, ku di dîroka kevin û nû ya neteweya me de ku bi ser çar welatên kolonyal de hatiye dabeşkirin yekgirtinek û yekbûnek û yek gotarek wek niha, (Şoreşa Yekeyan) hatibe dîtin û bihîstin û nivîsandinê, (Eve şoreşa yekbûna neteweyekê ye).

Niha hesta hebûnê, azadîyê, Kurdbûnê û dewletbûnê ji nifşê iPad, iPhone û TikTokê, bi awayekî geş bûye û venamire û nimûneya wê jî nîne, cadeyên welatên dunyayê di bin lingên kurdan de diheje, nifşê şoreşa yekeyan daxwaza yek parçeyiyê dikin, sinoran derbas dikin, dighêjin Rojava û şehîd dibin, li yarîgehan de ala bilind dikin,di bernameyan de hemû ramanên cuda dadixin û tenê her kurdbûn û her kurd dibin.

Ev hesta niha Kurdistana Mezin tijî kiriye, ji bo Kurdan derfetek e ku şoreşekê bidin destpêkirin, ji ber vê yekê niha dem hatiye ku peyama Kurdistana Mezin bidin cîhanê.

Ew dijminên ku dixwestin Kurdan wekî koçer îlan binasînin û axa wan bixwazin, derket holê ku wan tenûrek dojehê li ser xwe vekirine, ne tenê nayên vemirandin, belkû text û xalîçeyên wan ên hikûmdaran dişewitînin.

Wan dixwestin me qir bikin, lê vê carê me nehiştin ku me wekî carên berê em bên qirkirin. Ev jî dişibihe sêgoşeyek girûver.

 

Xelat/ Kurdistanî Nwê