Xelata Kurmancan sersala nû pîroz dike
Bi boneya bi dawîbûna sala 2024’an û hatina sala nû ya 2025’an, germtirîn pîrozbahiyên stafa me ji bo gelê kurd û Kurdistan û cîhanê û bi taybetî kurdên me ên kurmanc li Kurdistan û li welatên Qafqasiya ku girêdayî Yekîtiya Soviyeta berê bûn.
Di heman demê de, xemgîniya xwe jî ji bona koçberiyên Efrînê ku ji Şehbayê derketin û niha bê mal û bê nan û bê av û bê xizmetin ku çavên hemû dunyayê tenê li ser buyerên Şamê ne û ew tenê ji aliyê Rêvebiriya Xweset ve tên xwedankirin.
Em bi hêvî ne ku sala nû ya 2025 bibe sala azadî û vegera hemû penaberên Rojavayê Kurdistanê bo ax û war û baharên xwe û aramî ji bo hemû gelê kurd û Kurdistanê be.
Sersala we pîroz...
XELAT
