ŞÛJINÊ DIALÊSE
Nivîskar: Salihê Heydo
Ez di 21-8-2025 an de daketim bajarê Hesekê qeyseriya kel û pelên kevin û tizbiyan ku beramberî Qişleya Firensawiye li rex sûka fêkî û pel û pincar û goştfiroşan,lewra nasekî min û him jî meriv û pismam e ,navê wî Silêmanê Hecî Hisên e ji sîh salî zêdetir li wê qeyseriyê tizbiyan difiroşe û him jî se'etan saz dike.Çi gava ku ez diçim ez ji xwe re kurte demekê li cem rûdinêm bi suhbet û kişandina çixareyan û vexwarina qehwe û çayê.
Her wiha ew qeyserî gelekî bi qerebalix û çûne û hatine,çiku gelek xelk tên wê bazarê geh hin tiştan dikirrin û hin jî tiştên xwe yên malê ji neçarî û destengî bi erzanî wan didin û difiroşin, ji hêleke dîtir ve jî ez baş pendê ji çîrok û serpêhtî û dane û stendina wan bikirçî û xelkan digirim çiku civakeke cuda ye û riftarên wan seyr û balkêş in û her yek ji wana mereqdar û bengiyên tiştekiye û ji gelek regez û milletane weke: Tatan,Rajniyan,Xatûniyan Mihelmiyan,Ereban û kurdan û êzdî,misilman û xiristyanên Ermenî û Suryaniyan û pirrên pirtir ji wan bi zimanê kurmancî xeberdidin.
Lewra ew mirovê min jî di bazara xwe de gelekî rast û durist e û qet tu fenan û canbaziyan li tu kesî nake û peyva wî yek peyv e û her tiştî weke hêjaye dinirxîne.Dema ku ez li cem rûniştim min dît carekê zilamekî spehî û bi bejin û bal hate cem û qutîkek ji bêrîka xwe derxist û vekir û tizbiyeke Yusira Mekê bi zîv kutayî jê derxist û şanî wî da û got: Pisamam ji kerema xwe re ji min re lê binêre ku ev tizbî hêjaye çi ? Û tuyê wê bi çi bikirre?! Yê tizbîfiroş ji destê wî girt û baş lênerî û jê re got: Pismam tizbiya te baş e û kevne ji Yusra Mekê ye ,îro hêja ye pêncsed hezar lîreyê sûrî (50 Dolar),lê ez wê nakirim çiku sûka wan şikestiye.
Lê tizbî başe hêjaye .Dema wilo got: Min jî rahijtê û lê nerî ku bi rastî tizbî gelekî baş e û bi gog û şirrik û şirrabeyên zîvê kildayî ye û bi mircan û feyrûz û zîv kutayî ye.Lewra min ji xwediyê wê pirsî keko tu ji kîderêyî û çi kes î û tu yê çima vê tizbiya xwe ya eyntîke bifiroşe???!
Li min vegerrand û got: Ez ji filan deverê û filan gundî me û em mezin û axayê filan eşîrê ne! Dema ev bersiv da bi rastî ji malbateke navdar ,ciwamêr û nandayî bû lê ez seyr mam ku çilo malbateke axe û maqûl û tiştên mala xwe û destên xwe difiroşin û li xwe datînin.
Lê dîsa min ji xwe re got;Axir hin caran neçarî dizane! Hema di dews de min ne kin kir û ne dirêj kir û min jê re yekser got: Ciwamêrê delal : Heyfe tu vê tizbiyê bifiroşe ,pere tên û diçin lê eyntîkeyên weke vê tizbiyê kêmpeyda û nebîtir in hema wê li mal bihêle wê çêtir be ,hemin bîrhatinên dûr û dirêj li dû wê ne.Li min vegerrand û got: Tu rast dibêjî û li cem min jî giranbuha ye çiku beriya pêncî salî tev qutiya xwe ji Hicazê diyarî ji min re hatiye.
Lê rewşa min î darayî gelekî lawaz e ez nuha di tengayekê re derbas dibim û qûşî-rût im çawa dibêjin ez Şûjinê Dialêsim! Ma ku ne ji vê rewşa xerab ba min di darê dunyayê de ev yadîgarî nedifirot.Her wiha min jê xwest ku ez wê bi sêsedhezarî bikirrim lê wilo neda min û da rê çû cem zîvker û zêrçiyan lê çawa kir bi çi firot ez nizanim?!
Lewra weke nîv se'etekê kêm-zêde dîsa vegerriya Qeyseriyê û ji min re got: Ha keko tu ne Salihê Heydo ye?! Min jê re got: Belê Pismam!Lewra di dews de ew tizbî tev qutîka wê derxist û ji min re got: Ha kerembike bera ev diyariya min be ji te re.
Dema ew bi diyarî da destê min û ez ketim ber fedî û şermê de hema min jî di dews de pênsed hezar lîreyên Sûrî ji bêrîka xwe derxist û dane destê wî,Çiqasî kir û nekir û got min navê lê min nehişt û pereyê wî bizor danê û min jê re got: keko madem tu li min vegerriya ji bo tizbiyê diyarî bide min ev jî diyariya Eyntîkeya te û ciwamêriya te ye.
Her wiha min baş pê derxist ku ev ciwamêr ne bi hewceyî pereyan ba ew li sûk û bazar û qeyseriyan nedigerrand .Û eh wilo ne sûc û ne sedem min pênsed hezar lîreyên xwe danîn. Qey ev jî bextê min e!
Xelat
