Sînema Şewitî

Sînema Şewitî

Nivîskar: Arşek Baravî

 

Heke dîrok li xwe vegere û bobelatên Amûdê bixwîne, gelo ew ê poşman bibe, an wê destaneyên ji agir li ser eniya wê binivisîne?!

Gelên Sûriyê piştgiriya şoreşa Cezayirê kirin.

Di roja yekeşemê 13/11/1960î de, ji bo alîkariya Şoreşa Cezayirê, pere ji şagirtên dibistanan hatin civandin, ew zarok û mendal derbasî sînema Şehrezad kirin.

Sînema ji dêlva du caran.. sê caran hate xebitandin, navê filim jî (Xêwê/reşkê nîvê şevê bû), jixwe avahiya sînemayê jî ne li gor pîvanên avakirina sînemayan bû (axurekî kayê bû), ji ber germbûna alavan, agir avête filiman û hundirê sînemayê bû mîna ku gazxaneyek bişewit e (bû dojeh), di encamê de nêzî 300  zarokên bêguneh, serê malê yek, du û bêhtir jî, bi şewata wî agirî bûn qurbanî.

Şewata Sînema Amûdê, bû bobelat û sosreta herî giran e, ku bi ser şêniyên vî bajarî de hatibû, ev bûyer her dem maye cihê xemgîniya xelkên Amûdê.

Şewata Sînema Amûdê, her dem lehengiya Mihemedê Se’îd Axayê Deqorî ku gelek zarok ji agir rizgar kirin bi bîr tîne, rast e evî lehengê amûdî û hineke navên din jî hene, ku ji bo rûmeta mirovahiyê bûne alîkarên rihakirina canên bêguneh, ku ew zarok ji nav arê dojehê kişandine…

Pîrê Ferîda jineke kurdî navsere bû, ew hem dayikeke kezebşewatî amûdî bû, hem jî bi heserê xwe Kalo Simaîl re cîranên sînemê bûn; li gor karîna xwe, wê jî gelek canên ciwan ji wê dojehê rêzgar kirin, bi destên xweyî hizhizî û lerizî, ew tiraf vedixepart û term ji nav dertanîn.

Me got dayikeke kezebşewat bû; ji ber ku lawekî wê jî di wî agirî de şewitî û lawê wê yê dinî ku jê riha bû jî, ta dawiya temenê xwe, weke nexweşekî derûnşewitî (ango şewitiyê sax û zindî) li ber çavên wê bû.

Pir kesên dîtir jî hebûn, tiştê ku ji wan dihat kirin, mîna Sofî Elî (Elî Gulê), ku perçeyên termên zarokên şewitî (dest, ling, serî, pî û hwd) li ser 'erbanokê vediguheztin mizgefta mezin, da xwediyên wan bên zarokên xwe bi nîşanên ku li laşên wan hebûn nas bikin û bibin veşêrin.

Sofî Elî erbanoka xwe dajot û bang dikir: Werin Kezebên Biraştî; Werin Zarokên Şewitî; Hey Waxxx Xwedêyo de werinê, Hahoo….

Bê guman bajar hemû qîr û hawar bû, axîn û nalîn bû, dengê qîra dayikan digihîşte ezmanê heftan, ta bi firîşteyên li ezmanan dikaliyan, çûk û tilûr jî digiriyan, lawir jî bi sawa bizdandinê re dizûriyan, lê mixabîn ew hawar girî ji sînorên kurdan derbas nebûn, ta nuha jî ne rejîmên erebî û ne Cezayir navê Amûdê nas nakin.

Ev in setemkar, gunehkar û bêgunehan ji hev dernaxin, nifşekî bêguneh ji Amûdê wenda kirin, nifşek ronahiyên zanyarî û zanestiyê ji Amûdê vemirandin.

Ev bobelat di dema yekitiya sûrî û misrê de bû, beriya bobelatê bi 5 mehan, xelkên Amûdê bi xwepêşandaneke piştgirtina şoreşa Barzanî rabibûn, serdarê herêmî Emîn Hafizê ku di pê re bû serokê sûriyê, piştî xwepêşandanê hate Amûdê û gef li xelkên Amûdê xwarin ku ew vê yekê ji wan re nahêle, ango amûdî bûne goriyên azadiyê.

Lê nuha em bang li Cezayir dikin û dibêjin: Em ê xwe, zimanê xwe, çanda xwe û hwd rêzgar bikin, em ê dîrokê sererast bikin, em ê li deriyê dîrokê bidin û wê agahdar bikin ku gelê kurd mînaka rûmeta mirovahiyê ne, belkî wê çaxê Cezayir me nas bike.

/Amûdê

Xelat