Serokê YNKê; Emê Kerkûkê bikin paktirîn û aramtirîn bajar

Duh 25/3/2025 êvarî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî sardana bajarê Kerkûkê kir û di nava bazarê Kerkûkê de bi xelkê re axiftin kir.
Di amadebûna xelkekî zor de, serokê YNKê Bafil Celal Talebanî careke din soza baştirkirina rewşa bajarê Kerkûkê da û got; Ez soz didim ku emê bajarê Kerkûkê bikin bi paktirîn û aramtirîn parêzgeh û Kerkûk dilê Kurdistanê û yê Îraq û YNKê ye.
Bi van gotinan dilê xelkê Kerkûkê geş û xweştir kir û zelal kir ku YNKê dikane bi riya parêzgar hemû xizmetkariyê pêşkêşî bi xelkê Kerkûkê bike û wê kar û xebat bi bê cudabûn pêşkêşî hemû pêkhatên li Kerkûkê bên kirin.
Xelat