Li Wanê pirtûkxaneyek ji bo berhemên jinan hat vekirin

Leyla Çelîk, Endama Meclîsa Jinan a Wanê û Rêvebera Pirtûkxaneya Jinan a Wanê
Şredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Bakurê Kurdistanê, yekem car pirtûkxane û navenda lêkolînê ji bo jinan vekir. Armanc piştgirîkirina şiyan û jêhatiya jinên Bakurê Kurdistanê ye, pirtûkên ku ji aliyê jinan ve li ser dîrok, zanist, edebiyat, felsefe û bi giştî huner hatine nivîsandin, dê li ber destê xwendevanan bin.
Endama Meclîsa Jinan a Wanê û Rêvebera Pirtûkxaneya Jinan a Wanê (Leyla Çelîk) ji Kurdistanî Nwê re ragihand: “Me di çarçoveya daxwazên jinên Bakurê Kurdistanê de fikra vekirina pirtûkxaneyeke taybet bi berhemên jinan pêk anî, wek daxwaziyeke jinên bakûrê Kurdistanê me bi cih aniye. Ji ber ku li herêmê navend û pirtûkxaneyek ku jin karibin lêkolînên akademîk bikin û xebatên xwe vebêjin tune bû.
Çelîk got: "Têbîniyeke din a derbarê vekirina pirtûkxaneyê de ew bû ku piraniya rûpelên dîrokê ji aliyê mêran ve hatine nivîsandin û rola jinên kurd û tirk bi awayekî rast nehate gotin." Her wiha em vê rastiyê li ber çavan digirin ku nasnameya jinê di rûpelên dîrokê de jixwe weke regezeke berhemdar di pêvajoya hebûnê de cih digire, ne tenê weke regezek, Beku wek nasnameya têkoşînê hemû fikir û projeyên me ji bo vejîna vê nasnameya jinê be.
Her weha Leyla Çelîk dibêje: Di pirtûkxaneyê de berhemên nivîskar û lêkolînerên jin ên navdar ên cîhanê, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê hene. Armanceke din a avakirina pirtûkxaneyê li Wanê jî ew e ku nasname, kevneşopî, nasnameya hunerî û çandî ya kurdî hîn jî zindî ye. Bi pirtûkxaneya ku me vekiriye, em hewl didin ku alîkariya hemû nasnameyên cuda yên li herêmê dijîn bikin, bi taybetî jî ji bo xwenaskirinê.
Di berdewamiya axaftina xwe de Çelîk tekez kir û got: “Me di hemû xebatên xwe de pirsgirêka jinan xistiye pêşiyê, da ku dengê jinan zêdetir derkeve holê. Ji ber ku niha şîdeta li ser jinê li her qadê heye, me navenda jinan jî ji bo xebatên çand û hunerî, werzîş û pêşxistina aboriya jinan ava kiriye.
Her wiha li gelek navçe û bajaran gelek navend ji bo bihêzkirina jinan ava kirine ku xizmetê pêşkêşî bi hezaran jinan dikin û em li dijî hemû curên tundûtîjiya li dijî jinan tê kirin kar û xebata xwe dikin.
Di beşekî din a hevdîtina xwe de Çelîk got: “Di dirêjahiya dîrokê de jin bi zanebûn di nava rûpelên dîrokê de bi tevahî rol û erkê xwe spartiye destên xwe û li ser platformekê kom bûn.
Lêkolînên zanistî nîşan didin ku di dîrokê de hejmareke zêde ya jinên nivîskar, siyasetmedar, zanyar û şoreşgerên berxwedêr hebûne. Bi rêya vê navendê em her tim hewl didin ku nîşan bidin ku mejiyê mêraniyê nikare jinan li pişt rol û vîna ku bi dest xistiye bihêle.
Di dawiya axaftina xwe de jî got: “Ji bilî vekirina vê pirtûkxaneyê, me geryanek li ser gola Wanê ji bo xwendina pirtûkan ji bo çend nivîskar û rojnamevanên jin, bi navê Pirtûkxaneya Jinan pêk anî.
Vekirina Pirtûkxaneya Garog ya li ser Gola Wanê jî ne tenê li welêt, li seranserê cîhanê eleqeyeke mezin kişandiye ser xwe û me bertekên pir baş girtin.
XELAT/Rojnameya Kurdistanî Nwê