Serokê YNK: Yekîtî û yekgirtin giring û pêwîste

Serokê YNK: Yekîtî û yekgirtin giring û pêwîste

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî peyamek weşand û bang li welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku dem dema yekîtî û yekrêziyê ye.

Bafil Celal Talebanî di peyama xwe ya ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê de ragihand û got: Careke din, em bi metirsiyek e mezin re rû bi rû ne. Wekî her car, ez di wê baweriyê de me ku hûnê bihêz, berxwedêr û yekgirtî bimînin. Ji bo vê yekê jî ev yekgirtin û yekrêzî girîng û pêwîste.

Serokê YNKê diyar jî kir û got: Em bi hemû alîyên Êraqî û Kurdî re di peywendiyeke berdewam de ne, bi taybetî Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK),daku hemû şiyanên xwe derxin hole ji bo berevanî û parastina xelkê Herêma Kurdistanê û Êraqê ji vê metirsiyê û Xwedayê mezin me hemûyan biparêze.

 

Xelat