Pêşngeha pirtûkan a li Stenbolê û şewitandina pirtûkên kurdî

Pêşngeha pirtûkan a li Stenbolê û şewitandina pirtûkên kurdî

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

 

Çil û Duyemîn Pêşangeha pirtûkan a Navnetewî ku ji roja 13 hetanî 21ê vê meha Çileya Pêşî li Stenbolê didomîne, gelek weşanxaneyên Kurdî jî beşdar bûne.

Roja 18 hetanî 26ê meha dehan a vê salê, li Ameda rengîn jî pêşangeha pirtûkan hebû. Bi dehan weşanxaneyên kurdî beşdarê wan pêşangehan bûne.

Beşdarbûna weşanxaneyên kurdî li wan pêşangehan, salên dawiya 1950 û temamiya salên 196î tînin bîra min.

Lê ji 12ê Êlan Reş hetanî dawiya salên 1990î,  wehşet û hovîtiyên ku li ser Kurdê Bakûrê Kurdistanê dihatin kirin, behs jê nayê kirin.

1981, dema min bi yekî re bi kurdî dipeyivî, Qeymeqamê Êlihê (Hayrullah Yildiz) gote min ”Eşşekçe KOnuşma.” (Bi zimanê keran nepeyive).

Di wan salên reş û tarîde dema pêjna cendirmeyên Kemalîzmê dihat, xwendekarên Medreseyên Kurdî pirtûkên xwe yên bi zimanê kurdî dibirin di qul û qewêreyên çiyayên Kurdistanê de vedişartin. Lê hin caran ji nişka ve dema cendirme diavêtin ser medreseyan û bi alikariya kesên bi wan re ku bi kurdî û tirkî dizanibûn pirtûkên kurdî bereçan dikirin, ji bo pirtûkên kurdî digotin cendirmeyan: ”Ev pirtûk bi zimanê Farisî ne.”

Min gelek car dîtiye, Memozîna Ehmedê Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî bi navê ”farisî” ji desteserkirinê filitîne. Lê bihezaran jî hatine şwitandin û desteserkirin.

Lê ev e 80 -90 sal piştî wan demên hovane, niha weşanxaneyên kurdî bi hezareha pirtûkên kurdî ve beşadarê pêşangehan dibin û pirtûkên kurdî li ser maseyan kaşerêz dikirin.

Dema ez beşdarbûna weşanxaneyan û pirtûkên kurdî li pêşangehan dibînin, ez xwe di azadiyeke bêfermî de dihesibînim. Û her dibêjim: Spas ji bo te, ey Yezdanê Dilovan ku tu van rojan bi min didî nîşandan!

Bi hêviya ku wê di demeke nêz de, ev neteweyê ku xwediyê wan pirtûk û weşanxaneyan e, bi fermî wê beşdarê civînên deshelaya xwe jî bibe!

Divê Kurd her û her bi Zimanê Kurdî binivîsin û divê ew ji nivîsandinê netirsin û nesilikin, her binivîsin. Xewn û xeyalên xwe binivîsin. Serpêhatiyên xwe binivîsin. Ji sibehê hetanî êvarê çi kirine binivîsin. Eger nenivîsin, ew xwe ji mêjû bêpar dihêlin û pêşeroja xwe jî tarî dikin.

Şadî û serfirazî ji bo Çanda Kurdî...

20/ 12/ 2025. 01:40

Xelat