Nivîskarê kurd Rêber Hebûn mîvanê Jiyana Kurmanca ye
Mîvanê xeleka îro pêncşemê 29/5/2025 ya Bernama (Jiyana Kurmanca), nivîskar û romanivîsê kurd (Rêber Hebûn) bû ku bi xwe ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye û li welatê Almanya dijî.
Nivîskar (Rêber Hebûn) berhemên xwe yên helbestê bi zimanê Kurdî tîpên latînî nivîsandine û pirtûkên xwe yên wêjeyî bi zimanên Erebî û Kurdî nivîsandine.
Di vê hevdîtinê de Rêber Hebûn behsa kar û xebatên xwe yên wêjeyî dike û bal kişand ser cihê jinê û bi teybet jina kurd ya Rojavayê Kurdistanê û rola wê di civakê û parastina welatê xwe de.
Bernameya``Jiyana Kurmanca`` li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdisanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkeşkirin.
XELAT/ Roşîn Serêkanî