Lîloz Îbrahîm Ehmed destxweşî li stafa Xelata Kurmancî kir

Lîloz Îbrahîm Ehmed destxweşî li stafa Xelata Kurmancî kir

Lîloz Îbrahîm Ehmed pêşwaziyek germ li stafa malpera Xelata Kurmancî kir û xebata wan bi giring û bi nirx wesif kir.

Duh roja şemiyê piştî birêveçûna merasîma nasandin û belavkirina pirtûka (Xwendinek perwerdeyî ji bo çîrokên Gelawêj Xanimê, taybet ji bo gencan) ji bo nivîskar Mehmûd Ebdulkerîm Bajalan, li salona Kurdistanî nû ku bi hevkarî li gel Desteya Malpera Gelawêj Xanimê ve hatibû organîze kirin. Lîloz Îbrahîm Ehmed ku bi nûnertiya xanim Gelawêj amade bibû û bi germî pêşwazî li stafa Xelatê kir.

Stafa malpera Xelat ku ji her yek li cîgirê sernivîserê Xelatê (Dawûd Çîçek) û endama stafê rojnamevan (Roşîn Serêkanî) pêkhatibû li gel xatû Lîloz Îbrahîm Ehmed derbarê wergerandina pirtûkên Gelawêj xanimê bo zaravayê kurmancî giftûgo kirin daku li dibîstan û zanîngehên rojavayê Kurdistanê jî werin dabeşkirin her weha bakûrê Kurdistanê û kurdên Qefqasiyayê sûd jê wergirin.

Ji aliyê xwe ve Lîloz Îbrahîm Ehmed xebatên malpera Xelatê bi wergerandin berhemên Gelawêj Xanimê bo zaravayê kurmancî bi giring û nirx wesif kir.

 XELAT