Cîgirê serokwezîrê H.Kurdistanê dubare sardana Çemçemalê kir

Cîgirê serokwezîrê H.Kurdistanê dubare sardana Çemçemalê kir

Duh roja yekşemê, cîgirê serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana Çemçemalê kir û rewşa xelkên deverê ji nêzîk ve şopand û daxuyankirin ku ewê bi hemû awayekî alîkar bin û wê piştîvaniya xelkên ku ziyan ji wê lafawê dîtine bikin.

Di daxuyaniyeke xwe di heyama lidarxistina kongreya rojnamevaniyê de, Qubad Qalebanî aşkire kir ku ewê di pêşkêşkirina alîkarî û hevkariyê de, bi dilsozî dirêjpêder bin û wê ti ferq û cudabûnê nexin di navbera welatiyên deverê de.

Her weha Qubad Talebanî, balkişand ser hinek kenalên kurdî ku jehrên xwe dixin nava mijarên lêqewmayiyên Devera Çemçemalê, ev yek cihê nîgeranî û şermezariyê ye.

Her weha di dirêjahiya axiftinên xwe de, cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî tekez kir ku ewê ti carî ji rewşa heyî yê xelkê Çemçemalê dûr nekivin û wê di nav de bin û wê xemgînî û şînî û nerihetiyê bi hev re parve bikin.

Her weha amadeyî xwe ji bo her karekî ku di xizmeta gelê Çemçemalê de be anî ser ziman û wê berdewam bin di qerebuyê hemû ziyanlêketinan de û bi awayekî xweşdil.

Xelat