Li Silêmaniyê 6`mîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî hat vekirin

Bi beşdariya 200 sazî û navendên navxweyî û navdewletî , îro 28/11/2024 şeşemîn pêşangeha navnetewî ya pirtûkan li bajarê Silêmaniyê hate vekirin û wê 11 rojan bidome û têde 40 hezar navnîşan û 9 milyon pirtûk têda hatine nimayîş kirin.
Ji aliyê xwe ve jî Borda Ragihandinê jî bi nêzîkî (1000) navûnîşanên cuda ji pirtûk û kovar û di nava wan de jî berhemên Saziya Serok Mam Celal Talebanî, her weha berhemên tekoşeran û bîranînên şehîdan û siyasetmedaran yên di demên şoreşa nû de di pêşangehê de hatine nimayîş kirin.
Bajarê Silêmaniyê weku paytexta rewşenbîriyê hatiye nasandin û gelek pirtûk hez berê xwe didin pêşangehê daku pirtûkan bikirin û bixwînin.
XELAT