Li Moskowê mêzgirdek li ser pirsgirêka Kurd hat lidarxistin
Di çarçoveya Konferansa Navneteweyî ya 7emîn (Cîhana Piraniyan û Rojava di çarçoveya Guhertinên Jeo-Aborî û Şaristanî de), li Zanîngeha Bilind a Aboriyê, Rêxistina Yekîtiya Kurdnasan bi hevrêziya organîzatorên konferansê, mêzgirdek bi sernavê (Pirsgirêka Kurd li pêşiya guhertinên şaristanî de) bi beşdariya hejmarek pispor û Kurdologan birêveçû.
Di kevana konferansê de, 12 gotar ji hêla lêkolînerên payebilind ên ji navendên zanistî yên Rûsî û Kurdistanî ve hatin pêşkêş kirin.
Yekîtiya Kurdnasan rêxistineke serbixwe ye ku bi awayekî zanistî li ser pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên têkildarî doza Kurd dixebite.
Di destpêka mêzgirdê de, Sekreterê Rêxistina Yekîtiya Kurdnasan li Moskowê (Siwara Şaklî) ji beşdaran re li ser rewş û astengiyên ku tevgera rizgariya gelê Kurd pê re rû bi rû ye, agahî dan.
Her weha Siware Şaklî taybetmendiyên têkoşîna Kurdan li; Êraq, Îran, Tirkiye, Sûriyeyê di qonaxa niha de destnîşan kir.




Xelat
