Li Kerkûkê peykerê rewanşad serok Mam Celal hat dînan

Li Kerkûkê peykerê rewanşad serok Mam Celal hat dînan

Duh roja duşemê 29/9/2025 li bajarê Kerkûkê, peykerê serokê rewanşad Mam Celal hat dînan.

Wek rêzgirtin û bîranîna kar û xebat û tekoşîna kesayetiya kurd ê mezin serok Mam Celal, rêvebiriya parêzgeha Kerkûkê, dest bi dînana peykerê serok Mam Celal kir ku wê bibe sembolek ji bo serdan û dîtina wê ji aliyê xelkên Kerkûkê û serdangeran ve.

Binêzîkbûna salvegera 8mîn a koça dawî ya serokkomarê berê yê Êraqê û sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê rewanşad serok Mam Celal, biryara sazkirina wê peykerê hate standin.

Xelat