Komkujiya Kurdên Feylî 45 sal di ser de derbas bûn

Kurdên Feylî ku li bajar û bajarokên naverast û başûrê Êraqê nîştecihbûn 45 sal berê ji aliyê hikûmeta wê demî ya Êraqê ve neçarî koçberkirina ber bi Îranê ve hatin kirin û beşek ji wan hatin zîndanî kirin û winda kirin û roja 4/4 hemû salê bûye roja bîranîna komkujiya Kurdên Feylî.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di salvegera wê komkiya kurdên Feylî de axivî û got: Kurdên Feylî jî wek kurdên êzdî ku ji pêkhateyên herî resen ên Kurdistanê û Êraqê , lê belê di sed salên borî de jî di nav civakên herî bindest û çewsandî de bûne.
Kurdên Feylî hem ji ber cudahiyên xwe yên olî û hem jî ji ber Kurdbûna xwe her tim rastî zilm û zordariyê hatine û weke biyaniyan li wan dihatin temaşe kirin.
Qubad Talebanî daxwaz ji hikûmeta Êraqê kir ku gavên cidî bavêje ji bo vegerandina wan bo warên wan û bêne qerebûkirin.
XELAT