Komeke Îtalî Bi Stranên Kurdî Pîrozbahiya Firat Cewerî kirin

Komeke Îtalî Bi Stranên Kurdî Pîrozbahiya Firat Cewerî kirin

Li Îtalya di merasima xelata (Ostana) de komeke muzîkê ya Îtalî bi straneke kurdî pîrozbahî li nivîskarê Kurd (Firat Cewerî) kirin.

Firat Cewerî li ser rûpela xwe ya torên civakî weha nivîsiye: "Wergirtina Xelata Ostana ya Navneteweyî ji bo min rûmeteke mezin bû. Ev xelata zimanê bû. Spas Ostana! Spas hemû nivîskar, rojnamevan, hunermend û wergêrên ku me bi minasebeta Xelata Ostanayê hevdu nas kir. Di merasima xelata (Ostana) ya navneteweyî de vê koma muzîkê ya îtalî ji min re suprîzek kir, bi kurdî strana zaroktiya me Girê sîra gotin. Spas!"

Hêjayî gotinê ye ku xelata cîhanî ya Ostana 2024 li Îtalya pêşkêşî nivîskarê Kurd yê Bakûrê Kurdistanê Firat Cewerî hate kirin, ev xelat bi piştevaniya UNESCO ji bo nivîskar û wêjevan, danerên nuteya mûzîkê û sînemakarên yên bi zimanê dayîkê berhemên xwe diweşînin hatiye terxan kirin.  Firat Cewerî jî li Îtalyayê, ji bo ku bi zimanê zikmakî (Zimanê Kurdî) dinivîse, layiqî xelata Ostanayê hat dîtin.

XELAT