17.mîn Festîvala Navnetewî ya Şano Li Mêrîwanê Birêveçû

17.mîn Festîvala Navnetewî ya Şano Li Mêrîwanê Birêveçû

Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê 17`mîn festîvala Şanoya ser cadê bi beşdariya heft welatên cîhanê birêveçû.

Festîval roja şemiyê 12/10/2024 destpê kiriye û ta roja îro 16/10/2024 berdewam dike.

Di vê festîvalê de 33 şano hatin nimayîş kirin ku ji welatê Kanada, Almanya, Rûsya, Cezayîr, Ermenistan, Êraq û Îtalyayê tê de beşdarî kirine.

Her weha hunermend (Goran Elî Kerîm) ji Herêma Kurdistanê yek ji endamê lîjneya dadwerî ya festîvalê ye.

Hêjayî gotinê ye ku bajarê Mêrîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê wek paytexta şano hatiye destnîşan kirin.

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê